letras.top
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

letra de ber bayê - serhado

Loading...

bersiv nêz e lê digerim li dûr
ma ez çi zanim bê lêhûrbûn?
di destek de mertal di destê dî şûr
şer dikim ji bo aşîtî û huzûr
şahî û şîn herdem tekoşîn
tê bîra te zaroktî bê birîn..
hertim kêf û xweşî?
ji diya xwe bipirse tu ji bo hertişt girî!
eger tu gav navêje tu nagihîje
eger tu şer neke tê binkeve
ger tu necerbîne tu fêr nabe
ger tu nepirse tu nizane

(dîsgotin)
li pişta min nifirin
çav li min yê li pêşe
çiqas bilind bifirim
ewqas jî ketin diêşe

hê jî çavên te li min
qey jiyana te tune
pêşî li xwe binere
a min bê ser û bin e
çawa radibim rûdinim
rîh dirêj e yan kin e
çima diaxifî ser min
jiyan jiyana min e
kî çi dibêje bila bêje
ez dive vê êşê vegerînim hêzê
ji bo pêşkevim derkevim ji rêzê
dilê min çi rê de min herim wêde
neseknim netirsim ser de biçim
heta serkeftinê çi ji min bê bikim
nêrîna te çi ye heya min jê tune
bi qenc û xirab aqilê min ji kîsî min e

(dîsgotin)
li pişta min nifirin
çav li min yê li pêşe
çiqas bilind bifirim
ewqas jî ketin diêşe

ber bayê berê min li ber malê
serbilindim min li ber xwe da ye
ez im pelê direqisê li hewa ye
min çi da be hertişt hêja ye
min çi girt hemû dilê min de ma ye
spasdarim ew kêlî dîsa na ye
bigrim jiyanê bigrim dîlanê
dîwarê astengê bînim xwarê
bibînim cewhera wenda yê
vegerim bibim yek bi xweza yê
dilop bi dilop ber bi derya yê
dive bikaribim bi xwe..
ji bo bikarim bi dinya yê
(dîsgotin)
li pişta min nifirin
çav li min yê li pêşe
çiqas bilind bifirim
ewqas jî ketin diêşe

namirê agirê çavê
diberiqê mîna tavê
wek pelê serê darê
direqisim ber bayê

letras aleatórias

MAIS ACESSADOS

Loading...