letras.top
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

letra de xerîba beyanî - rojda

Loading...

xerîb gotegot e
cotyar çûne cot e
xerîbê kember difirot e

oy oy li min xerîbê..
bê talih û nesîbê
xwedê neke kes xerîbê

oy oy li min xerîbê
oy oy li min delîlê
xwedê neke kes xerîbê

lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got
min ji ciwaniya xwe xêr nedît
dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê
ew ê bibûna kul û sebeba ciwaniya min, rebena xwedê
ew ê xêr ji ciwaniya xwe nebînin
dayê rеbenê, dayê rebenê

xеrîba beyanî
agir girte xanî, kes halê xerîb nizanî

xerîbê çû avê
qeytan kete navê
xwe heram kir nanê bavê
oy oy li min xerîbê
bê talih û nesîbê
xwedê neke kes xerîbê
oy oy li min xerîbê
oy oy li min delîlê
xwedê neke kes xerîbê

xerîba xwedêyo
berbanga rojêyo
bi hesreta dayik û bavêyo

xerîba beyanî
agir girte xanî, kes halê xerîb nizanî

oy oy li min xerîbê
bêtalih û nesîbê
xwedê neke kes xerîbê
oy oy li min xerîbê
oy oy li min delîlê
xwedê neke kes xerîbê

letras aleatórias

MAIS ACESSADOS

Loading...