letra de nasîn - erdal med
carinan dibim çirûsk
çîk didim li tayê findeke kin yan dirêj
kin yan dirêj
har dibim, dibim agir
dişewitim li nav deviyên gundekî
mezin dibim difetisim ji dûyê xwe
li dû te, ji dûyê xwe
carinan dibim dilopek av
xwar dibim j′çavên zarokek bênav
yên biçûk bênav
gir dibim, dibim rûbar
diherikim j’nav gelî û çiyayan
carinan germ im carinan sar
carinan germ im carinan sar
kulmeke xwelî me
carna dibim hêlîn ji bo çivîkek
an ji bo toveke genim
carinan d′destê rênçberekî bêwar de dibim herî
dişo naşo dibim rêç li nav kevloşkên wî
bayek im j’şikeftekî tarî û sar dertêm
digevizim l’der dora xwe, l′der dora te
û hêz digrim j′qontarên çiyayan dibim bager
xweliyê radikim l’asîmanan
nêzîkê geliyên xwe dibim dîsa
xwe digihînim rûbara xwe, rûbara xwe
rûbara xwe, rûbara xwe
letras aleatórias
- gurnam bhullar › letra de kharche - gurnam bhullar
- og prince nixx › letra de planet l (intro) - og prince, nixx
- the orwells › letra de silver medal - the orwells
- tyjule › letra de side to side - ty'jule
- swishh › letra de night thang - swishh
- matej koren › letra de pod obraz boží - matej koreň
- elysanij › letra de coquito y banana - elysanij
- kill the buzz › letra de black butterflies - kill the buzz
- yello › letra de give you the world - yello
- the creases › letra de everybody knows - the creases