letras.top
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

letra de rêzan - bajarê min (feat. ferro) - rêzan

Loading...

[verse 1: rêzan]
amed 21 bajarê serhildanê
bajarêkî wek te tune ye li vê dinyayê
berê xwe didim te ji bo ger û seyranê
paytaxtê azadîyê, paytaxtê kurdistanê

bajarê me gewer, bajarê bajaran
bajarê zarokên tenê li pey xeyalan
berxwedana mazlûman û cîyê agîdan
bajarê berxwedanê û tu rûmeta me kurdan

bi dahol û zirne, bi fîstan û şerwalan
bajarê riha dîsa serê govendê hêjand
saet xweş hevalno, silavên germ ji we re
meydan bikin toz û dûman, em heyrana çavên we ne

ey bajarê wan’ê, tu ciwan û şêrînî
tu evînî, tu erdhêja ser dilê minî
tu ne bi teneyî, negrî, qurbanate bim
xuşk û birayên te hertim, we li ba te bin

[chorus: ferro]

oh bajarê dilê min
ez dixwazim te bibînim
tu can û jîyanî
wek xewnek bê dawî

nikarim bê te nikarim
bajarê zaroktîya min
dîsa tu hatî bîra min
oh bajarê min

[verse 2: rêzan]

bajarê dersîm, bajarê seyîd riza
li dersimê heye kurdên kurmanc û zaza
li bajarê avê, li bajarê çar çîyan
xelk diçin ser çemê mûnzûr ji bo masîyan

mêrdin 47, ciwan li ber molotofa
tofanek pir mezin radikin li metropola
ne fransa, ne îspanya, ne jî almanya
behnate çi xweşe ey gula mezopotamya

mala ypg ava
bila dest û dilê wan sax be
bi tekoşîna wan re
we rojava azad be

ax efrîn, bûka rojava yê kurdistanê
amûda serbilind û derîka berxwedanê
serêkaniyê me dilbirîn û birîndare
qamişloka evînê û kobanê pir delale

[chorus: ferro]

oh bajarê dilê min
ez dixwazim te bibînim
tu can û jîyanî
wek xewnek bê dawî

nikarim bê te nikarim
bajarê zaroktîya min
dîsa tu hatî bîra min
oh bajarê min

[verse 3: rêzan]

ez li bajarê xwe ji dayik bûm hatim dinyayê
min xwe tê de nas kir, mezin bûm li nav jîyanê
bi hêvîya aşîtîyê li çar parçê kurdistanê
bi nanê vî bajarî te ez mezin kirim dayê

batmanê batmanê, batmana mêrane
leb lê gulê lê lê, hemû wek şêrane
heydê canê, li batmanê rabe dîlanê
petrola kurda û çavbelekê kurdistanê

li halepçe, dilê min bû çar parçe
ji bîr neke, dîrok bi wate û armance
bajarê hawler, bajarê sileymanî
duhok, kirkûk, musul, zaxo û bajarê xaneqîn

ez li rojhilat çûm bajarê urmîye
bajarê urmîye, bajarekî kurdî ye
ez çûm sine, çûm mahabad û kirmaşan
ez çûm hemû bajarên tevahîya kurdistan

[chorus: ferro]

oh bajarê dilê min
ez dixwazim te bibînim
tu can û jîyanî
wek xewnek bê dawî

nikarim bê te nikarim
bajarê zaroktîya min
dîsa tu hatî bîra min
oh bajarê min

letras aleatórias

MAIS ACESSADOS

Loading...